Peyamnêrê Guardianê: Encamên referandûmê dê dabeşbûna li Tirkiyeyê kûr bikin

Peyamnêrê Guardianê: Encamên referandûmê dê dabeşbûna li Tirkiyeyê kûr bikin

12:56:11

 

Rojava News: Peyamnêrê Guardianê yê Rojhilata Navîn Martin Chulovî li ser referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê û encamên wê nivîsî.

Peyamnêrê Guardianê yê Rojhilata Navîn Martin Chulovî derbarê referandûma destûra bingehîn de nivîsî û tê de wiha got: "Piştgiriya bi sînor a ji bo qanûnên nû, dê dabeşbûna di nava AKP û Tirkiyeyê de kûr bike."

Chulov di nivîsa xwe wiha dewam dike:" Bi ferzkirina ku serkeftina Erodganî teqez bûye,biryara gelî ya ku  Tirkiye ji demokrasiya xwe ya roj bi roj nexweşî lê girantir dibe, derbasî otokrasiyê bibe,  dê bibe diyariyek ji wî mirovî re ku di sala 1996an de gotibû ' demokrasî ne armanc e lê navgîn e".

Herwiha peyamnêrê Gurdianê balê dikişîne ser kêmbûna cudahiya di navbera "erê" û "na"yê de û daxuyaniyên dijberiyê ku dê îtîrazên li encaman bikin û dibêje ku ev diyar dikin ku gelek pirs hene bê bi rastî jî referandûm hatiye pejirandin an na".

Derbarê encamên referandûmê de jî, Chulov wiha dibêje: "Eger ev qanûn werin qebûlkirin, çavdêri û hevsengî dê qels bibin û cudahiya hêzan hema hema dê nemîne."