12:40:10 PM
RojavaNews: Rawêjkarê ewlehiya Netewî ya Emerîkî gehişte Til Ebîbê û li gel Serokwezîrên Israîlê mijara derxistina Iranê ji Sûriyê gengeşe kir .
Jon Bultin rawêjkarê ewlehiya Netewî ya Emerîkî li Til Ebîbê li gel Serokwezîrên Israîlê Binyamîn Nitinyaho civiya di civînê de mijara derxistina Îranê ji Sûriyê gengeşe kirin.
Li gor rojnameya "Haaretz" ya Îbranî, Şîmon Aran, şirovekarê siyasî di Radiyo ya Îsraîlê de gotibû, ku sedema sereke ji serdana Bultin ji welatê wî re li ser mijarên û pirsgirêkên hevbeş û pirsgirêkên girêdayî ewlehiya neteweyî ya îsraîlî, û derbarê mijara derketina Iranê ji Sûriyê bihev re hat gengeşekirin.