Rûsya helwêsta xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di kongireya Soçî de tekeziyê dike
Rûsya helwêsta xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di kongireya Soçî de tekeziyê dike

Rûsya helwêsta xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di kongireya Soçî de tekeziyê dike

4:48:32 PM
RojavaNews: Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zexerova di konfiranseke rojnamevanî de roja Pêncşema bihûrî de got, Mosko bi hemahengî bi Şam û Neteweyên Yekbuyî re, û hin hevparên nevdewletî bi çalakî kar dike, ji bo Kongireya Danûstandina Niştimanî ya Sûrî were lidarxistin.
Zexerova li ser helwêsta piştevaniya Rûsyayê  ji bo beşdarbûna Kurdên Sûriyê di Kongireya Danûstandina Niştimanî ya Sûrî de tekezî kir, ku ti guhertin di helwêsta beşdarbûna Kurdan de tune, û divê Kurd beşdar bibin.   

Zegerova da xuyakirin, ku Mosko dema soza fermî ya kongireya Soçî nehatiye destnîşankirin, û wê got kar û   amedekirina ji bo kongireyê, wek dema lidarxistinê, şêwe û aliyên beşdar têne kirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsî vexwendina Mosko ji hemû hêzên herêmî û navdewletî re nû kir, da ku piştevaniya miletê Sûriyê bi rastî bikin, ta bighêjin çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, û alikariyan ji bo deverên ziyandîtî were şandin, bi bê merc.

Qadî