NY: Heyva bûrî 3600 kes li Îraq`ê bûne qurbanî

NY: Heyva bûrî 3600 kes li Îraq`ê bûne qurbanî

 

Rojava News: Amareke Netewên Yekbûyî aşkere dike ku, di  heyva bûrî de zêdetirî 3 Hezar û 600 kes jiber hêrişên terorîstî yên li Îraq`ê bûne qurbanî.

 

Di daxuyaniya Şandiyê Netewên Yekbûyî de yê li Îraq`ê hatiye belav kirin di heyva Kanun ya Duyem de herî kêm Hezar û 375 kes ku 790 kes ji wan sivîl bûn jiber teqîn û karên tundûtîjiyê hatine kuştin.

 

Her weha aşkere kiriye ku 585 kesên din jî endamên artêş û hêzên ewlekariyê bûn ku di şerekî de bo kontrolkirina çend deveran di heyva Hozîran ya bûrî de ji aliyê terorîstên Dewleta Îslamî   DAIŞÊ hatibûn desteserkirin.

 

Li gor wê daxuyaniyê di heman demê de 2 Hezar û 240 kes jî birîndar bûne.