Piştî 13saln El-Cubêr gihist Bexdad

Piştî 13saln El-Cubêr gihist Bexdad

03:05:58

 

Rojava News: Wezîrê karê derve yê Siûdiyê "Adil El-Cubêr" îor sibehê gihişte paytexta Îraqê "Bexdad"di serdana pêşî de ji berpirseke Siûdî re bo Îraqê ji 13salî ve.

Jêdereke rojnamegerî tekez kir ku:"El-Cubêr di serdana xwe de dixwaze pêwendiyên di nav herdu welatan de xurttir bike, û pirsgirêkên di nav wa de çareser bike".

Herweha wê mijarên girêdayî ewlehiya deverê û şerê terorê li Sûriyê û Yemen û helwestên Îraqî li barê van mijaran û pêwendiyên bi Îraqnê re gengeşe bike.