Hevdîtina Barzanî û Yildirim dest pê kir

Hevdîtina Barzanî û Yildirim dest pê kir

 

02:06:55

Rojava News: Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30ê gihîştibû Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.

Mesûd Barzanî duh li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû û piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî hatibû Enqerê.

Hevdîtina Mesûd Barzanî û Binalî Yildirim îro seat 12.35ê dest pê kir.

Tê çavnêrîkirin ku di civînê de geşedanên Rojhilata Navîn bi giştî, aloziya Sûriyê, têkoşîna li dijî terorê û têkiliyên aborî di navbera herdu aliyan de bêne gotûbêjkirin.