Rûsya: Divê kurd jî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin

Rûsya: Divê kurd jî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin

02:11:52

 

Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov ragihand ku divê grûbên kurdan jî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov li Moskowê di konferansekê de ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê got: "Di civînên aştî yên Sûriyeyê de divê nûnerên kurdan cih bigirin."

Mihail Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku muxalifên sûriyeyî bikaribin ji bo hevdîtinên aştî yên bajarê Cenevê heyeteke hevpar ava bikin."

Tura çaremin a Cenevê ku di 23ê Sibatê de destpê kir grûbên kurd ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê nehatibûn vexwendin.