Gotara Bexdadî ya xatirxwestinê bo milîtanan: Xwe veşêrin û ji bajaran birevin

Gotara Bexdadî ya xatirxwestinê bo milîtanan: Xwe veşêrin û ji bajaran birevin

 

Rojava News: Berpirsê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî di gotarekî xwe de li têkçûnên xwe mukir hat û daxwaz ji çekdaran kir ku, xwe veşêrin û ji bajaran birevin.

Li gor malpera "El- Sumaria News" li ser zarê jêderekî ji bajarê Mûsilê ragehhand ku, Serokê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî gotarek arasteyî çekdarên xwe yên li navçeyên di bin kontirola wan de kir, tê de daxwaz ji çekdarên xwe kiriye ku, xwe veşêrin û ji navçeyan birevin.

Heman jêderî  ku, nexwest navê wî were aşkere kirin da zanîn ku, Bexdadî ew gotar bi gotara xatirxwestinê binav kir, tê de jî bi têkçûnên rêxistina xwe mukir hat ku li bajarê Mûsilê û navçeyên derdorê şikestine.

Herwiha aşkere kir ku, serkirdeyên bi navê Encûmena Şêwermendên Mûcahidînan ên DAIŞê ji Mûsilê û Teleferê reviyan û ber bi xaka Sûriyê ve çûn, diyar kir ku, tevgera serkirdeyên DAIŞê  li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de ye.

Di 19ê vê mehê Artêşa Iraqê operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ragehandibûn.