Ebadî: Ji bo operasyonê asmanî me ji hikûmeta Sûriyê destûr xwest

Ebadî: Ji bo operasyonê asmanî me ji hikûmeta Sûriyê destûr xwest

 

 

Rojava News: Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, wan ji bo ku li Sûriyê operasyonên esmanî pêk bînin, ji hikûmeta Sûriyê destûr xwestine.

Heyder Ebadî îro 28ê Sibata 2017an li parêzgeha Wasitê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û di konferansê de ragihand: “Di operasyona Mûsilê de hêzên me bi awayekî lezgîn pêş dikevin. Dijminê me DAIŞ hewl dide ku hinekî din jî sivîlan bikuje, lê hêzên me yên çekdar bi awayekî baldarî axa me ji DAIŞê paqij dike.”

Ebadî destnîşan kir, çend hefte berê li derveyî sînorê Iraqê jî operasyon pêk anîne û got: “Li devera Albo Kamal a Sûriyê, me baregehên DAIŞê bombebaran kirin. Herwiha li devera Qayîm a Iraqê jî, cihê ku DAIŞê li wir bombe çêdikir, hate wêrankirin. Bi vî awayî gelek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Herwiha Serokwezîrê Iraqê aşkere kir, ji bo ku li Sûriyê operasyonê li dar bixin, ji hikûmeta Sûriyê destûr xwestine û got: “Li Iraqê hikûmeteke fermî heye, ji ber cîrantiyê, me xwest her tişt li gor zagon û rêbazan were meşandin. Piştî ku ji Sûriyê ev destûr hat, me operasyon pêk anî.”

Herî dawî Ebadî wiha got: “Em dê DAIŞê ji Iraqê biqewirînin û ez ji vir, ji wan re dibêjim, hûn li ku dibin bila bibin, em dê we zeft bikin. Em ji xwe bawer in. Hêzên me yên bejahiyê û bi taybetî jî tîmên me yên Dije-Terorê bihêztirînên herêmê ne.”