21:21:40
Rojava News: Li paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê, êrîşek li dijî navenda îstîxbaratê pêk hat, li gor agahiyên pêşî 35 kes birîndar bûne.
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Wezareta Tendirustiyê ya Efxanistanê Wahid Mecrûh di daxuyaniyekê de ragihand, li devera Erzan Qîmetê, li nêzî navenda îstîxbaratê bi wesayîteke bombekirî êrîş hatiye pêkanîn û di encama êrîşê de 35 kes birîndar bûne.
Wahid Mecrûh diyar kir, birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.
Rayedarên wî welatî aşkere dikin, yek ji êrîşkaran, wesayîta bombekirî li nêzî navenda îstîxbaratê teqandiye û piştre êrîşkarekî din jî ketiye nav avahiyê.
Hat ragihandin, hêzên ewlehiyê bi êrîşkaran pevçûne û li heman derê, dengê teqîneke din jî hatiye.
Herwiha rêxistina Talîbanê ev êrîş girtiye ser xwe.
