Rojava News: Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov got ku Rûsya bêyî hebûna Amerîkayê amade ye bi serê xwe têkoşîna dijî DAIŞê berdewam bike.
Peskov li ser pirsa medya Rûsî ya ‘Rûsya amade ye bi serê xwe tenê şerê DAIŞê bike?' got, ‘Moskow ji xwe vê dike.'
Di nûçeya Associated Pressê de ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk tê gotin ku ew îhtimal heye Serokê Amerîkayê Donald Trump di şerê DAIŞê de hevkariya bi Rûsyayê re taloq bike.
