Pûtîn û Nazarbayev li ser Astana û Cenevê axivîn

Pûtîn û Nazarbayev li ser Astana û Cenevê axivîn

13:10:33

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi hevkarê xwe yê Kazak Nursultan Nazarbayev derbarê civînên Cenev û Astanayê de axivîn.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi hevkarê xwe yê Kazak Nursultan Nazarbayev derbarê qeyrana Sûriyeyê û civînên Cenev û Astanayê de axivîn.

Serokatiya Dewleta Kazakistanê jî ragihand ku Pûtîn ji Nazarbayevî xwestiye ku meha Adarê komên dijber ên çekdar careke din li Astanayê bicivin.

Nazarbayevî jî diyar kir ku amade ne aliyên sûrî careke din li Astanayê bicivînin.

Ji aliyê din ve, herdû serokan têkiliyan aborî û enerjiyê yên herdû welatan jî gotûbêj kirin.

Herwiha mijarên herêmî jî hat axiftin û Pûtîn fikirên xwe derbarê serdanên xwe yên Tacakistan û Kirgizistanê bi Nazarbayevî re parve kirin.