11:57:20
Rojava News: Antalyayê îro mahzuvaniya zîrweyeke suprîz kir. Sererkanên Giştî yên Tirkiyei Rûsya û Amerîkayê li Antalyayê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar li Antalyayê peşwaziya hemkarê xwe yê rûsî Valeriy Gerasîmov û hemkarê xwe yê amerîkî Joseph Dunford kir. Li gorî daxuyaniyê mijarên Iraq û Sûriyeyê yên dawî hatin nirxandin.
Herwiha Serokatiya Sererkaniya Giştî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Bi mahzuvaniya sererkan Hulusi Akar û bi tevlîbûna Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Francis Dunford û Sererkanê Giştî yê Federasyona Rûsyayê Valeriy Vasilyevîç Gerasîmov li Antalyayê zîrweyeke sêalî hat lidarxistin. Di civînê de mijarên Iraq û Sûriyeyê jî di nav de pêşveçûnên dawî yên herêmê û mijarên ewlehî hatin nirxandin.
