Mûsil: Konsolxaneya Tirkiyê hat kontrolkirin

Mûsil: Konsolxaneya Tirkiyê hat kontrolkirin

13:46:29

 

Rojava News: Hêzên Iraqê li rojavayê bajarê Mûsilê Komelgeha Hikûmî ku avahiya Parêzeha Mûsilê û Konsolxaneya Tirkiyê jî di nav de ye, kontrol kiriye û bi dehan çekdarên DAIŞê li wê navçeyê kuştine.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Nînowayê Ebdulemîr Reşîd Yarellah îro Sêşemê, ragihand ku hêzên wan çekdarên DAIŞê ji Komelgehên Hikûmî derxistina û ketine nava wê komelgehê.

Yarellah da zanîn, ku avahiya parêzgariyê, civata parêzgariyê, rêveberiya polîsên Mûsilê, Pira Hurriye, Konsolxaneya Tirkiyê, Mûzexane û Şaredariya Babil Top hatine kontrolkirin.

Derbarê şêweyê kontrolkirina vê navçeyê jî Ebdulemîr Reşîd Yarellah got; “Hêzên me taktîka dizekirin û serdegirtinê bikaraniye. Me ew dorpêç kiribûn û paşî ev avahî hatine kontrolkirin.”

Lebarey çonîyetî kontrollkirdnewey ew nawçane bexêrayî, 'ebdulemîr yarelllla raygeyanduwe, taktîkî hellkutan û gemarodanyan bo kontrollkirdnewey ballexanekan bekarhênawe.

Berdevkê Hêzên Bersivdana Bilez Ebdulemîr Eli Mihemedawî jî bal kişande ser wê yekê ku ji derengiya şeva derbasbûyî heta serê sibeha îro şer di navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIŞê de berdewam bûye, lê hêzên iraqî ew komelgeh kontol kirine û bi dehan termên çekdarên DAIŞê li wê navçeyê mane.

Fermandarê Artêşa Iraqê Necim Cibûrî jî da zanîn, ku li gorî zanyariyên wan 900 çekdarên DAIŞê li Mûsilê mane.

Roja Dûşemê jî Cîgirê Fermandarê Operasyonên Neynewa Ebdulemîr Reşîd Yarellla ragihandibû ku balafirên şer yên Iraqê  20 caran êrîşî ser çekdarên DAIŞê yên li Mûsilê kirine û  2 otomobîl û 2 motorsiklêtên bombekirî jî teqandine.