13:11:53
Rojava News: Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley got, divê Îran û milîsên şîe yên ku Îranê piştgiriya wan dike ji Sûriyê werin derxistin.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di civîneke rojnamevanî de encamên hevdîtinên Cinêv 4ê re û hewla Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura ji rojnamevanan re nirxand.
Nikki Haley diyar kir ku ew weke Amerîkayê piştgiriya hevdîtinên Cinêv, De Mistura û Neteweyên Yekbûyî dike û wiha domand: “Ji bo çareseriya siyasî dive hevdîtin dewam bikin. Divê Sûriye êdî nebe bendergehên terorîstan. Divê em Îranê ji Sûriyeyê derxînin. Em sînorên hevalbendên xwe jî ewle dikin û bi vî awayehî ji ewlehiya xwe pê bawer bin."
Herwiha Nûnerê Daîmî yê Birîtanyayê li Neteweyên Yekbûyî Mathew Rycroft diyar kir ku welatê wê piştgiriya encamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û rojeva hevdîtinên pêştir ên Cinêvê dike.
Mathew Rycroft daxwaz kir ku di hevdîtinên Cinêv 5ê de xebatên erênî bêne pêk anîn.
