13:32:08
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a li Îranê, di sala 2016ê de li girtîxaneyên Îranê 530 kes hatine darvekirin.
Hejmara kesên hatine darvekirin yên sala 2016an, li gorî sala 2015ê, ji sedî 45 zêde bûye. Rêxistinê ragiand 295 kes bi tometa bikaranîn û firotana madeyên heşbir hatine darve kirin, ji sedî 56ê kesên ku hatine darvekirin ev in.
33 kesên ji van, li ber çavên xelkê hatine darvekirin û di nav van kesan de 5 zarok hene. Rêxistina Mirovan a Îranê derbirî 111 kes ji van kesên hatine darvekirin, li bajarên kurdan hatine darvekirin ku îhtîmaleke mezin e ew kurd in. Her wiha îsal jî tenê di nav 2 mehên pêşîn ya îsal de li Îranê 140 kes hatine darve kirin.
