McCain: Îhtîmal heye di navbera YPGê û Tirkiyê de şer derkeve

McCain: Îhtîmal heye di navbera YPGê û Tirkiyê de şer derkeve

02:20:17

Rojava News: Serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê John McCain diyar kir, îhtîmal heye ku li Sûriyê di navbera hêzên Kurdî û Artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derkevin.

Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê roja pênşemiyê civînek derbarê nirxandina operasyonên li dijî DAIŞê yên li Sûriyê û pêşhatên dawî yên li wê herêmê li dar xist.

Di civînê de Serokê vê komîteyê John McCain ji Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka li Rojhilata Navîn (CENTCOM) Joseph Votel derbarê egera derketina şer di navbera Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pirs kir û di wê bareyê de daxwaza nêrîn û ramana wî kir.

Joseph Votel di bersiva pirsa McCain de got: “Îhtîmaleke wisa ez jî jê difikirim, ji bo ku tiştekî bi vî şiklî dernekeve holê, em hewl didin.”

John McCain dema ku Votel diaxivî, gotinên wî birrî û got: “Ez bawer nakim ku hatibe fêmkirin, bêje ka Erdogan çi qas giringî dide vê mijarê. Herwiha di hewldanên me yên bidestxistina Reqayê de, ez bawer nakim ku em giringiya pêwîst didin hevkariya Tirkiyê û bi taybetî bikaranîna Încîrlîkê û herwiha rolên din ên Tirkiyê. Li gor pêşbîniya min, eger wiha berdewam be, dê qezaya trênê biqewime. Ez bawer nakim ku haya rêveberiyê (Amerîka) ji ramanên Serokomar Erdogan heye, ku (li gor wî) kurd gefek e.”

Herwiha ji senatorên Komarîxwaz Lindsey Graham di rûniştineke din de ji Votel pirsa wê yekê kir, ku ‘gelo kurdên ku ew li Sûriyê perwerde dikin, bi piranî ji YPGê ne?’

Votel jî bersiva ‘erê’ da û piştrats kir, ku çekdarên ku li Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve perwerdehiya leşkerî dibînin, endamên YPGê ne.

Senator Lindsey Graham herwiha li ser îdeolojiya YPGê jî ji Votel pirsî: “Gelo em dikarin bêjin ku kurdên YPGê xwedî fikir û ramanên Komunîstî û Marksîst ne?”

Fermandarê CENTCOMê di bersiva pirsa senator Lindsey Graham de got: “Em dikarin bêjin hinekî nêzîkî vê ramanê ne.”

Piştre Graham ji ber vê fikir û ramanê ji Votel pirsî: “Lewma ne pêwîst e ku em di bikaranîna zêde ya kurdên YPGê de hinekî baldar bin? Ev ne tenê li ser Tirkiyê, ji bo me jî dê pirsgirêkan derxe, herwiha kurdên din ên li herêmê, ne xwedî ajendaya wan in.”

Votel li ser vê pirsê bal kişande ser operasyona Reqayê û got: “Ji ber vê yekê, em hewl didin ku operasyona Reqayê bi piranî bi hêzên ereban pêk bînin.”