12:18:06
Rojava News: Tirkiyê hêzek ku, ji tank û otombîlên leşkerî pêktê şande sînorên di navbera xwe û Sûriyê de û li bajarê Kilisê bicih kir.
Li gor ajansa AAyê ya bi ser Hukumeta Tirkiyê ve Artêşa wî welatî bi armanca parastina sînor hêzeke zêde ku, ji tank û otombîlên leşkerî pêktê şande sînorên di navbera xwe û Sûriyê û li bajarê Kilisê bicih kir. Herwiha heftiya borî jî hin yekenîeyên leşkerî jî şandibûn sînorên wê navçeyê.
Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê ligel çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armanca şerê DAIŞê li bakurê Sûriyê derbasî nav xaka wî welatî bûye û hin navçeyên wê weke Cerablus, Bab û derdora Minbicê kontirolkirine.
Berî niha Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikrî Işik ragehandibû ku, armana Operasyoma Mertala Feratê parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê lige Sûriyê ye.
