2 Berpirsên DAIŞê hatine girtin

2 Berpirsên DAIŞê hatine girtin

 

12:59:04

Rojava News: Hêzên ewlekariya Iraqê li rojavayê Mûsilê berpirsê pişesaziya şer ê DAIŞê û cîgirê wî girtin. Berpirsekî din ê DAIŞê jî di heman şerî de hate kuştin.

Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li herêma Kwar Blishacî ya rojavayê Mûsilê berpirsê pişesaziya şer ê DAIŞê û cîgirê wî, ku di heman demê de berpirsê kargeha çîmentoya Badoşê bûye, ji aliyê tîmên Îstîxbarata Serbazî ve hatine girtin. 

Rêveberiya Îstîxbarata Serbazî ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê jî ragihand ku roja 13ê Adarê bi piştevaniya zanyariyên îstîxbaratî, li ser çarêya Mûsila Nû û İslah Ziraî, di encama bombebaranekê de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Mehmûd Fethî Cibûrî hatiye kuştin.

Operasyona Mûsilê di 17ê Cotmeha 2016ê de dest pê kir û di pêngava yekemîn de rojhilatê bajêr hate kontrolkirin.

 Roja 19ê Sibata 2017ê de jî operasyona aliyê rojavayê Mûsilê dest pê kir. Heta niha ji sedî 30ê rojavayê bajêr hatiye kontrolkirin.