Li Edeneyê berî Newrozê Operasyon: 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin!

Li Edeneyê berî Newrozê Operasyon: 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin!

11:56:23

 

Rojava News: Li Edeneyê hêzên ewlehî beriya pîrozbahiyên Newrozê operasyonek li dar xistin. Di operasyona dijî PKKê de 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin.

Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê li bajêr berî pîrozbahiyên Newrozê ji bo rê li ber çalakiyên korsan bigirin berê sibehê operasyonek li dar xistin. Operasyon bi 500 polês û tîmên taybet berê sibehê li 40 navnîşanî hat kirin.

Di lêgerîna hêzên ewlehî ya di malan de 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin û li gorî zanyariyan demançeyeke bêrisqet, 2çifteyên nêçîrê û hinek amûrên rêxistinî hatin desteserkirin. Gumanbarên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendirustî birin Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê.