Çavuşoglu: Cudahiya demokratên sosyal û Wildersê faşîst tune ye

Çavuşoglu: Cudahiya demokratên sosyal û Wildersê faşîst tune ye

12:36:56

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got, “Li holandayê hilbijartin qediya. Dengên ku girtine nêzîkî hev in, ji sedî 17, ji sedî 20, hemûyan dengên wisa giritne lê hûn lê dinêrin di navbera demokratên sosyal û Wildersê faşist de tu cudahî tune ye, hemû heman in. Hûn ê bigihêjin ku, hûn Ewropayê ber bi ku ve dibin?”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê: Mueydeyên aborî dê li Holandayê neyên sepandin

Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê axivî û di derbarê hilbijartinên Holandayê de ev tişt gotin: "Li Holandayê hilbijartin qediyan. We dest bi têkbirina Ewropayê kir. Hûn Ewropayê dibin kendalê."

Di demeke nêzîk de li Ewropayê wê şerê olan jî dest pê bike. Ger wisa biçe. 100 sal beriya niha şer kirin. Dîroka Ewropayê vekin, li pêş wan deynin. Piçikî fediya wan hebe, wê nikaribin li rûyê hev binêrin. Ji ber ku ji olên cuda bûn, 100 salan hevdu serjê kirin lê ji vê ders hat girtin û Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê hat damezirandin. Niha dest bi wendakirina vê yekê kirin. Ewropa ber bi rojên xwe yên berê diçe."