21:03:54
Rojava News: Hat ragihandina ku di encama operasyona ku îro li 36 bajaran hate kirin de 740 kes ji aliyê polês û cendermeyan ve hatine binçavkirin.
Navenda Çapemeniya Wezareta Karên Navxweyî, bi daxuyaniyekê amaje kir ku 740 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku operasyon li dijî endamên PKK û KCKê hatine kirin. Herwiha operasyon bi awayekî hevdemî hatiye kirin.
Di navbera 8 û 15ê Sibatê de dîsa li hember endamên PKK û KCKê operasyon hatibûn kirin û di encamê de 259 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 259 kesan 39 kes jî hatibû desteserkirin
