12:10:37
Rojava News: Hat ragihandin ku li bajarê Mûsilê ji bo ku rêxistina terorîst a DAIŞê sivîlan ji xwe re weke mertal bikartîne, di encama bombebarana balafirên koalîsyonê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.
Li gorî raporta çavdêr a mafên mirov a Iraqê ku dispêrê aktîvîst û saziyên alîkariyê li rojavayê Mûsilê ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê sivîlan weke mertal ji xwe re bikartîne herî kêm 40 kes di nava 48 seetên dawî de di encama bomberana balafirên şer ên hêzên koalîsyonê de jiyana xwe ji dest dan.
Di raportê de hat ragihandin ku endamên rêxistina terorîst a DAIŞê unîformayên hêzên ewlehî li xwe dikin û derdikevin ser avahiyan. Dema hêzên ewlehî bi wan dihisin ku terorîstin avahiya kul i ser in hemû tê bombebarankirin.
Li gorî raportê milîtanên terorîst li herêma rojava ya Mûsilê li taxa Seradibê sivîlan weke mertal bikartînin û hêzên ewlehî jî bi çekên giran êrişî wan dikin û di encama wê de hejmara sivîl zêde dibin.
