16:36:32
Rojava News: Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo êrişên hêwayî yên Îsraîlê li derdora bajarê Palmîraya Sûriyeyê bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê Gary Koren kir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov di bersivdayîna pirsa ‘gelo rast bû ji bo êrişên hewayî yên Îsraîlê li derdora Palmîraya Sûriyeyê pêk anîn we bangî Balyozê Îsraîl yê li Moskowê Gary Koren kir' got: "Belê rast e me bangî wî kir û me ev mijar jê pirsî."
Rojnameya îsraîlî Jeruselam Post jî di nûçeya xwe de ragihandibû ku Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo êrişên hewayî yên Sûriyeyê bangî Balyozê Îsraîl yê li Moskowê Gary Koren kir.
Li gorî îdîaya rojnameyê balafirên şer ên Îsraîlê li noqteyeke nêzî leşkerên Rûsyayê ku lê bi cih bibûn êrişa hewayî pêk aniye.
Herwiha piştî êrişê Sererkaniya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de îdîa kiribû ku ji 4 balafirên şer ên Îsraîlê yek jê xistine, lê hikûmeta Îsraîlê ev îdîa red kiribû.
