Ji bo Newroza Stenbolê destûr hat dayîn

Ji bo Newroza Stenbolê destûr hat dayîn

16:38:54

 

Rojava news: Walîtiya Stenbolê ji bo serîlêdana komîteya Amadekar ya Newrozê bersiva erênî da. Ji bo Meydana Kartalê dê sibê amadekarî bên kirin.

Walîtiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal ya li Navenda Kartalê destûr da. Piştî destûra Walitiyê amadekariyên pîrozbahiyê jî hatin destpêkirin. Pîrozbahiyên ku di saet 11an de dest pê bikin dê heya 15an berdewam bibe. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dê Wekîlê serokên Grûba HDPê Filîz Kerestecîoglu û Parlementerê HDPyî Garo Paylan jî beşdarî pîrozbahiyan bibin.

Her wiha Walitiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyên li Bakirkoyê ku komîteya amadekar dixwest 19ê Adarê de lidar bixe, destûr nedabû. Li ser vê yekê, Komîteya Amadekar xwest ku roja 21ê Adarê li Taxa Hamîdiye ya Sûltanbeyliyê, Meydana Kartalê, Parka Bajêr ya taxa Gaziyê, Meydana Karayollari ya girêdayî Gaziosmanpaşayê, Meydana Metroyê ya Kuçukçekmeceyê û li Taxa Kanarya jî li pişt lîseya Kadriye Moroğlu jî pîrozbahiyan pêk bîne.