Erdogan: Eleqeya Rûsya û Amerîkayê bo YPGê me xemgîn dike

Erdogan: Eleqeya Rûsya û Amerîkayê bo YPGê me xemgîn dike

01:54:05

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya televizyonê ya ku li ser referandûmê û rojeva giştî nirxandin kirin de, ji bo eleqeya Amerîka û Rûsyayê ya ji bo YPGê nerazîbûn nîşan da.

Serokomar Erdogan beşdarî bernameya hevpar a televizyonên Kanal D û CNN Turkê bû û bersiva pirsên rojnamevan Hakan Çelîk da.

Erdogan li ser helwesta Almanya û Hollandayê ya li hember wan da xuyakirin, ‘Dibe ku piştî 16ê Nîsanê rastî surprîzan werin' û wiha axivî: "Pirsgirêk ji beşeke Ewropayê diqewime. Tirkiye êdî ne welatekî ku van tiştan qebûl bike ye. Dibe ku em pêwendiyên xwe yên aborî bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re bidomînin, lê ji hêla siyasî û îdarî ve pêdivî bi jinûve nirxandinê heye."

Serokomarê Tirkiyê di bernameyê de li ser belavkirina dîmenên leşkerên Rûsî yên pîrozbahiyên Newrozê bi şervanên YPGê re û hevkariya Amerîkayê bi YPGê re jî got, ‘Eleqeya ku Rûsya û Amerîka ji YPGê, PYDê û PKKê re nîşan dide me xemgîn dike.'