DAIŞê 20 sivîlên ku ferman bi cî neanî kuşt

DAIŞê 20 sivîlên ku ferman bi cî neanî kuşt

12:29:58

 

Rojava News: Hat ragihandin, bi hinceta ku ‘fermanên wan bi cî neanîne’ DAIŞê 20 sivîl kuştine. Herwiha hat zanîn ku bi heman hincetê rêxistinê dest daniye ser zînetên jinan jî.

Serokê Komîteya Mafên Mirovan ê Meclîsa bajarê Nînowayê Gazwan Hamid ed-Dawidî got ku DAIŞê li taxa El Matahin a li rojavayê Mûsilê piraniya wan mêr 20 sivîl kuştine.

Dawidî da xuyakirin ku DAIŞ fişarê li ser şêniyên bajêr dike daku terka malên xwe bikin biçin herêmên rojavayê Mûsilê û kesên li dijî fermanê hatine jî bi gulereşandinê hatine kuştin.

Dawidî herwiha got, jinên ku fermanên wan bi cî neanîne jî dest danîne ser xişir û tiştên wan ên bi qîmet.

Serbazê Iraqê yê polîsên federalî Subhan Şevilî jî da xuyakirin ku 2 milîtanên DAIŞê yên hemwelatiyên Iraqê xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine.

Hêzên Iraqî operasyona Mûsilê ku ji meha Hezîrana 2014an ve di destê DAIŞê de ye, li 17ê Cotmeha 2016an dabûn destpêkirin û operasyon li gel rizgarkirina beşên rojavayê bajêr hîn berdewam dike.