12:33:18
Rojava News: Li gorî Komeleya Çavdêrî ya Mafên Mirovan a li Iraqê, ji dema destpêka operasyonê li rojavayê Mûsilê herî kêm 500 cenazeyên sivîlan li kuçe û kolanan mane û nehatine rakirin.
Weke tê zanîn du roj berê ji ber operasyonên hêzên koalîsyona li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, li taxa El-Cedîde ya Mûsilê, zêdetirî 200 sivîlan ku ji bo parastina cane xwe di nav malan de bicih bibûn, jiyana xwe ji dest dabûn. Xizmên qurbaniyan, hewl didin ku nasnameyên wan diyar bikin.
Hin cenaze jî hêj di bin xaniyên wêrankirî de ne. Li rojavayê Mûsilê her roj li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonên esmanî têne lidarxistin. Sivîlên li wî bajarî tevî giraniya şer û pevçûnê hewl didin ku ji wê herême derkevin.
Herwiha Komeleya Mafên Mirovan a li Iraqê eşkera kir ku ji ber şer û pevçûnê herî kêm 500 termên sivîlan li rojavayê Mûsilê, li kuçe û kolanan mane.
