12:36:52
Rojava News: Li Îranê di nava sala borî de bi tohmet û hincetên cûda 138 kurd ji terefê Komara Îslamî ya Îranê ve hatin îdamkirin. Li gorî agahî û amarên dezgehên mafên mirov yên bajarê kurdan, di heyama sala borî de li Îranê (ji 21 Adara 2016an hetanî 21 Adara 2017an) 138 girtiyên kurd li zîndan û bajarên cuda yên kurdan û Îranê hatine îdamkirin.
Li gorî zanyariyên berdest, girtî herî zêde ji ber madeyên hişber û herî zêde jî kurdên Ûrmiyeyê hatine îdamkirin, ji ber ku 48 girtiyên kurd yên ku hatine îdamkirin xelkê Ûrmiyeyê bûn.
Herwiha 22 girtiyên kurd jî, ji ber çalakiyên mezhebî û siyasî hatine îdamkirin, hinek ji wan jî bi tohmeta kuştin û destdirêjiyê hatine îdamkirin.
