12:16:52
Rojava News: Parlamenterê AKPê Mehmet Ali Şahin di çerçoveya referandûmê de li bajarê Karabukê ya Tirkiyeyê axivî û got: "Ji bo beriya projeya ava kirina Kurdistanê bigirin me dest bi Operasyona Mertalê Firatê kir."
Parlamenterê AKPê Mehmet Ali Şahin beşdarî civîna bo kampanyaya referandûmê ya li bajarê Karabukê bû û eşkere kir ku leşkere her welatî li Sûriyeyê hene.
Şahin destnîşan kir ku di demên dawî yê dewleta osmanî, sînor ji aliyê emperyalîstên rojava ve hatin xêzkirin û 2 hedefên wan biser neket û wiha pê de çû:
"Yek ji van Kurdistana mezin bû ya din jî Ermenîstan bû, her du jî biserneket. Niha jî 100 şûnde ji nû ve projeyekê ava kirina Kurdistana mezin ku sînorê me jî di nav de kurdên li Tirkiye, Sûriyeyê, Îran û Iraqê, heye. Nexşereya wan derket holê. Me wek hikûmet û dewlet ji bo çi operasyona Mertalê Firatê da destpêkirin hûn dizanin? Ji bo beriya Kurdistanê bigirin da destpêkirin. Me ji bo ku derbasî Rojava ne bin operasyon da destpêkirin."
Şahin diyar kir ku çevê Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de tine ne û parastina Tirkiyeyê jî ji El Babê dest pê dike. Ji bo vê leşkerên me li El Babê ne, "Ji bo vê yekê me 70 leşkerên xwe şehîd da."
