UNICEFê ji bo kiryarê artêşa Iraqê hişyarî da!

UNICEFê ji bo kiryarê artêşa Iraqê hişyarî da!

12:29:21

 

Rojava News: Berpirsa UNICEFê ya Herêma Kurdistanê Leyla Elî derbarê kuştina sivîlên li Mûsilê ragihand ku divê hêzên iraqî di dema operasyonan de mijara parastina sivîlan û bi teybetî jî parastina zarokan de bi baldarî tevbigerin.

Operasyona rizgar kirina bajarê Mûsilê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Hefteya borî di encama bombardûma balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ku pêşengiya wê Amerîka dike de 200an zêdetir welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Derbarê mijarê de Berpirsa UNICEFê ya Neteweyên Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê Leyla Elî got: "Rewşa rojavayê Mûsilê gelek xirab e. Em dubare dikin ku divê hêzên Iraqê di dema operasyonan de hemû hewlên xwe ji bo parastina kesên sivîl û bi taybetî jî zarokan bidin."

Elî behsa raporên derbarê Mûsilê de jî kir û wiha pê de çû: "Ev rapor pir giring in. yek ji xala sereke ya peymana mafê mirovan, parastina sivîlan e. nabe sivîl bibin sotemeniya şer. Rewşa rojavayê Mûsilê me nîgeran dike."

Berpirsa UNICEFê diyar kir ku hewl didin zarokan bigihînin dayik û bavê wan. Nabe ew ji malbatên xwe bên veqetandin. Êmê ji bo parastina wan zêdetir kar bikin.