Tirkiyê bi 3 milyon penaberî gefê li Ewropayê dike

Tirkiyê bi 3 milyon penaberî gefê li Ewropayê dike

19:33:23

 

Rojava News: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak ragehand ku, eger Ewropa li ser helwesta xwe bimîne, wê rê bide 3 milyon penaberên Efxanî ku, niha xwe amadekirine ji Îranê werin Tirkiyê û ber bi Ewropayê ve biçin negre.

Derbarê vê yekê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak di hevpeyvîneka xwe de ligel kenaleke Tikriyê wiha got:"Eger Ewropa li ser helwesta xwe bimîne ew nabin asteng ku niha li Îranê 3 mîlyon koçberên Afxanî hene dixwazin derbasî Ewropa bibin."

Herwiha  Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê da zanîn ku, pêwîstbû Ewropa bo penaberan alîkariya madî bike û bo welatiyên Tirkiye  jî vîze serbest bike.Lewma eger wan sozên xwe bicih neke, ewê nebe asteng ji derbasbûna wan penaberan re.

Ji aliyeke din ve Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak amaje bi hejamare mezin a penabran li welatê xwe kir û got ku, welatê wî bi hemû ergên xwe derbarê wan penaberan de rabûye.