19:40:43
Rojava News: Navenda Çavderiya Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku ji destpêka operasyona Mûsilê ango ji 17ê Cotmeha 2016an ve, 3 hezar û 846 sivîl hatine kuştin û xaniyên bêhtirî 10 hezar kesan jî wêran bûne.
Navenda Çavderiya Mafên Mirovan a Iraqê (IOHR) di rapora xwe ya ku li ser rûpela înternetê weşandiye de, da xuyakirin, piştî 19ê Sibatê ku operasyonê Mûsilê ji nû ve destpê kiriye bi hezaran sivîlan can daye.
Li gor rapora IOHRê ku bi kesên ji Mûsilê reviyane re hevdîtin pêk anîne, ji ber şer û bombardimanê bi deh hezaran kes jî terka malên xwe kirine.
Di raporê de niştecihekî Mûsilê dibêje, "Li devera ku em lê bûn, tenê çend DAIŞî hebûn. Ligel vê jî balafirên ku em nizanin yê kê ne, herêmên niştîngehê bombardiman kirin. Em 5 malbat di xaniyê me yê ku bi bombardimanê hat ruxandin de diman."
Welatiyekî din ê Mûsilê jî dide zanîn, "Rêxistinê 8 malbat di nav malekê de dîl girt. Endamên rêxistinê derketin ser banê xanî û bi artêşa Iraqê re şer kirin."
Operasyona Mûsilê bi hevkariya balafirên koalîsyonê û bi beşdarbûna hêzên Iraqî digel hêzên Pêşmergeyan, ev 5 meh in berdewam dike. Bajarê Mûsilê ji sala 2014an ve ketibû destê DAIŞê.
