Lutkeya erebî gotûbêja destverdanên Îranê dike

Lutkeya erebî gotûbêja destverdanên Îranê dike

19:49:26

 

Rojava News: Şah, serok û mîrên welatên ereb dicivin û gotûbêja destverdanên Îranê yên li karûbarên welatên ereb dikin.

Herwaha di civînê de ku biryare 28.03.2017ê li paytexta Urdinê Emmanê dê pêkbê û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di cîha serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm de beşdarê civînê dibe.

Berî naha parlamenterê hevpeymaniya niştimanî ya şîe Elî Elaq daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehandibû ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber di derbarê şerê DAIŞê de xwedî agahiye dê ew di cîha Fuad Mehsûm beşdarî civînê bibe.

Îro 26.03.2017ê berdevkê emîndarê giştî yê camîeya ereb Mehmûd Efîfî ragehand, emîndarê giştî yê camîaya erebî Ehmed Ebulxeys dê sê raporta pêşke bike, ku yek ji wan destverdanên Îranê yên li karûbarên welatên ereb e.

Welatên ereb û di serîde jî Erebistana Siûdî radigehîni, ku Îran, dervey Iraqê jî destverdanê li karûbarên Welatên Behrên, Yemen, Sûriye û Lûbnanê verdide.