Tirkiyê û Rûsyayê derbarê Sûriyê li Moskoyê dicivin

Tirkiyê û Rûsyayê derbarê Sûriyê li Moskoyê dicivin

23:00:20

 

Rojava News: Derbarê kirîza Sûriyê û pêşhateyên dawiyê şandek bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê di 29ê vê mehê de serdana Rûsyayê dike û lgel berpirsên wî welatî hevdîtinan pêktînin.

Biryare di 29ê vê mehê de şandek bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi armanca kirîza Sûriyê û pêşhateyên dawîyê, serdana Moskoyê paytexta Rûsyayê bike û li gel berpir û rayedarên wî welatî hevdîtina pêkbîne.

Ji aliyê xwe ve Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniyekê de ragehand ku, biryare di wê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov beşdarî civînê bibe û serperiştya wê bike.

Zaxarova daa zanîn ku, biriyare di wê civînê de ji bilî kirîza Sûriyê û pêşhateyên wê şerê li dijî DAIŞê were gotûbêjkirin.