Rojava News: Amerîka hêzeke nû dişîne Rojhilata Navîn û li gorî agahiyan hejmara wan hêzan 200 kes e. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştgriya xwe ji bo mana beşek ji hêzên Amerîkayê li Iraqê aşkere kir.
Li gorî zanyariyan, Amerîkayê biryar daye ku bi armanca bihêztirkirina hêza xwe ya leşkerî li devera Rojhilata Navîn, 200 serbazên din ên xwe bişîne wê deverê.
Çavkaniyekî serbazî yên amerîkî ji kanala televizyoniya Fox Newx a amerîkî re ragihandiye: “Li ser daxwaza Fermandeyê Hêzên Amerîkayê li Iraqê Stephen Townsend, Pentagon du hêzên din ên ser bi Firqeya 82 a Pereşûtvan ku 200 serbazî li xwe digire, li Sûriyê yan jî Iraqê bicih dike.”
Heman çavkaniyê amaje bi wê jî kiriye, ku heta niha diyar nîne, ku Amerîka wê hêza serbazî li kuderê bicih dike, lê belê tê pêşbînîkirin, ku Pentagon roja duşemî 27ê Adara 2017ê (îro) li ser bicihbûne wê hêzê zanyariyan aşkera bike.
Hevdem li gel wê yekê û piştî daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis a derbarê mana beşek ji hêzên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê piştî qonaxa nemana DAIŞê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke li gel Fox News de ragihand: “Heta niha rêveberiya Amerîkayê planeke nû ji bo rûbirûbûna DAIŞê amade nekiriye, hêj plan ne amade ye û di qonaxa darijtinê de ye.”
Ebadî pêşbînî kiriye, ku di qonaxa piştî DAIŞê de, hejmara serbazîn amerîkî dê were kêmkirin ku niha hejmara wan 5 hezar kes dibe û karê rahênan dikin û şêwir û perwerdehiya leşkerî li ser operasyonên taybet didin hêzên Iraqê.
Ebadî herwiha piştgiriya mana beşek ji wan hêzên amerîkî di qonaxa piştî DAIŞê de jî kir.
Di dema kampanyayên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Donald Trump çend caran soza wê yekê da, ku dê DAIŞê ji nav bibe.
Trump di dawiya meha bihorî de daxwaz ji stafa rêveberiya xwe û bi taybet Wezareta Berevanî û Wezareta Derve yên Amerêkayê kir, ku ji bo têkbirina DAIŞê planeke nû amade bikin.
