Çavuşoglu: Hewlên bilindkirina Ala Kurdistanê li herêmê ne rast e

Çavuşoglu: Hewlên bilindkirina Ala Kurdistanê li herêmê ne rast e

12:32:47

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftin axwe ya ji bo girtina rêvebirê Halkbankê de ragihand ku em ê girtina wî ji hemkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson bipirsin. Çavuşoglu bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî nirxand.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe ya ji bo girtina Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla de got: "Tê xuyakirin ku îdîaname ji berê ve hatibû amadekirin, ji xwe dozgerê ku ev amade kir Bharara ji bo ku nêzîkî FETO bû ji wezîfeyê hate dûrxistin. Bê navber derxistin dadgehê jî. Em pêvajoyê ji nêzÎk ve dişopînin. Em ê pirsa vê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bikin."

Mevlut Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê nirxand û got: "Em bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê rast nabînin. Hewlên guherîna nîjadî yên herêmê ne rast in."