Serokwezîrê Tirkiyê: Operasyona Mertala Firatê xilas bû

Serokwezîrê Tirkiyê: Operasyona Mertala Firatê xilas bû

12:15:41

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, li ser operasyona Mertala Firatê ragihand, ku ew operasyon êdî xilas bûye.

Encumena Asasyişa Millî ya Tirkiyê (MGK) duh ragihand ku operasyona Mertala Firatê, ku ji par ve ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li Sûriyê dihat encamdan, xilas bûye.

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim jî piştî civîna MGKê daxuyanî da û ragihand ku “Li Babê her tişt di bin kontrolê de ye.  Operasyonên Mertala Firatê xilas bû.”

Operasyona Mertala Firatê, ji Tebaxa par dest pê kiribû. Di operasyonê de ji bilî hêzên Tirkiyê, çekdarên opozîsyona Sûriyê jî beşdar bûn.

Rayedarên Tirkiyê armanca operasyonê wiha dabûn xuyakirin: Astengkirina çêbûna dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê û nehîştina terorê li ser sînorên Tirkiyê.