12:29:08
Rojava News: Hat ragihandin ku Walîtiya Hatayê di referanduma 16ê Nîsanê de derketina derve ya sûriyeyiyan qedexe kiriye.
Li gorî zanyariyên berdest, Walîtiya Hatayê ji Fermandariya Cendirme, Midûriyeta Ewlehî ji saziyên berpirsyar ên bajêr re dîrektîf şandiye û ji wan xwestiye ku di referanduma 16ê Nîsanê de derketina derve ya sûriyeyiyan were qedexekirin.
Li gorî nûçeya sinan Tartanogluyê rojnameya Cumhuriyetê, Waliyê Hatayê di 20ê Adarê de nivîseke bi navê ‘Dîrektîfa Civîna Referanduma Guherîna Destûra Bingehîn' ji qeymeqamî, Fermandariya Cendirmeyan, Midûriyeta Ewlehî, Fermandariya Ewlehî ya Qeraxê û ji Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê re şand.
Waliyê Hatayê Erdal Ata di dîrektîfa xwe de ji bo sûriyeyiyên ku li bajêr têne mahzuvankirin ku ji 15ê Nîsanê hetanî 17ê Nîsanê ji navendên xwe yên stargehê dernekevin û bila çûn û hatina wan a bajêr were rawestandin. Yên ku li derveyê navendên baregehê jî dijîn ne ji bo sedemên pêwist be bila di 16ê Nîsanê de ji malên xwe dernekevin derve.
