13:59:05
Rojava News: Hat ragihandin ku emîrê rêxistina terorîst a DAIŞê yê bi navê Îbrahîm El-Ensarî bi 4 milîtanan ve di êrişa hewayî de hat kuştin.
Berdevkê hêzên koalîsyonê yên li Iraqê Joseph Scrocca li Bexdayê di axaftina xwe ya çapamenî de ragihand ku Îbrahîm El-Ensarî û 4 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di 25ê Adarê de li nêzîkî sînorê Sûriyeyê li bajarê el-Qaîmê di êrişên hewayî yên koalîsyonê de hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya berdevkê hêzên koalîsyonê Joseph Scrocca, emîrê DAIŞê Îbrahîm El-Ensarî milîtanên biyanî digihandin û yek ji kesê herî girîng ku propagandeya rêxistina DAIŞê dikir bû.
