12:22:38
Rojava News: Cîgirê Ebû Bekir Bexdadî û kesê duyem di nava DAIŞê de Eyad Cumeylî hat kuştin.
Kenala “El-Iraqiye” li ser zarê leşkerên artêşa Iraqê belav kir, Cîgirê Ebû Bekir Bexdadî, Eyad Cumeylî û hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên asmanî yên Iraqî ve li navçeya Qaim ya hevsînorê Sûriyê de hatin armanckirin.
Herçend e wê kenalê îro ew nûçe belav kir, lê amaje bi dema wê bombebaranê nekiriye.
Li gor zanyariyên dezgehên leşkerî yên Iraqê, Cumeylî hem cîgirê Ebû Bekir Bexdadî ye û hem jî wezîrê şer ê DAIŞê ye.
Derbarê rastî û duristiya van zanyariyan, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê heta niha ti zanyariyek belav nekiriye.
