Serokê MHPê Bahçelî: Em destûrê nadin Kurdistaneke serbixwe

Serokê MHPê Bahçelî: Em destûrê nadin Kurdistaneke serbixwe

12:28:14

 

Rojava News: Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îdia kir ku Kerkûk bajarê Tirkan e û di derbarê referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de got, "Em ê destûrê nedin Kurdistaneke serbixwe."

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îro li bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê di mitînga ji bo referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê de axivî û di axaftina xwe de bi giranî li ser mijara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û hilgirtina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê rawestiya.

Serokê MHPê îdia kir ku Kerkûk ‘bajarekî Tirkan e' û got: "Ji bo paqijkirina nasmeya Tirk a Kerkûkê, ji bo tasfiyekirina zimanê Tirkî reqabeteke xayîn tê meşandin. Ez ji Sakaryayê bang dikim û her kesî hişyar dikim. Bila her kes xwe sererast bike. Kerkûk bajarekî pir û pak ê Tirkan e."

Bahçeli di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û ev tişt anîn ziman: "Kurdistana serbixwe tê wateya xerabiyê. Kurdistana serbixwe wê were wateya perçebûna Tirkiyeyê. Netewa Tirk wê destûrê nede Kurdistanê. Neviyên Barzanî jî wê nikaribin bibin şahidên jehr û zîleteke wisa. Komara Tirkiyeyê wê destûrê nede vê kampa cudakarî û dijminiyê."

Devlet Bahçeli di dawiya axaftina xwe de ji bo referandûma destûra bingehîn 16ê Nîsanê ya Tirkiyeyê dengê ‘Erê' xwest û got, "Ger hûn bibêjin ‘Erê' kesên ku Kurdistanê xeyal dikin, kesên kul i Kerkûkê perçeyên paçan (Ala Kurdistanê) li ba dikin, wê perîşan bibin."