11:41:34
Rojava News: Heza taybet a Iraqê di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de ragihand ku Qasim Suleymanî dîsa vegeriya Iraqê û ragihand ku li benda bûyereka mezin bin.
Herwiha fermandehiya hêza taybet ya Iraqê li ser rûpela xwe ya Twitterê wêneyekî pasdarê îranî yê bi navê Qasim Suleymanî ku fermandeyê hêza Quds ya pasdaran dike belav kir û ragihand ku Qasim Suleyman vegeriya Iraqê. Fermandarî dibêje li benda bûyereka mezin bin.
Ji aliyê din ve siyasetmedar û fermandeyên sunî yên Iraqê dibêjin Qasim Suleymanî tenê fermandeyekî serbazî nîne ji ber ku ew rê nîşanî siyasetmedarên şîe yên Iraqê jî dike. Qasim Suleymanî di demekî de vedigere Iraqê ku li Iraq û Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûna Kurdistanê ketiye rojevê her wiha parlamentoya Iraqê li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê derketiye.
