Dijberiya Ala Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê şîe û sunî kirin yek

Dijberiya Ala Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê şîe û sunî kirin yek

11:45:06

 

Rojava News: Di dîroka Palamentoyên Erebî ya Iraqê de yekem car şîe û sunî di proseya dengdanê de bi yek dengî li dijî Ala Kurdistanê deng bikaranîn.

Li gorî nûçeya Basnewsê, Yasenasê Iraqî Tariq Herib derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya ragirtina Alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî li Parêzgeha Kerkûkê ragehand ku di dîroka Parlamentoya Iraqê de yekem car parlamenterên şîe li gel yên sunî bi hev re dibêjin belê. Di wê rûniştinê de nîsabê yasayî yê endama temam bûn û ew pirsgirêk bi wî awayî nayê çareserkirin û baştirbû ku pabendî yasa û destûrê bin.

1ê Nîsanê 2017ê Parlamentoya Iraqê deng li ser ragirtina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yê Parêzgeha Kerkûkê dan û berî wê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser dabû ku alaya Kurdistanê li tenişt ya Iraqê were bilindkirin.

Li gorî daxuyaniya parlamentera kurd Eşwaq Caf hemû parlamenterên kurd civîna parlamentoya Iraqe ya li dijî biryara Alaya Kurdistanê li Kerkûkê boykotkirin e.