Rojava News: Urdunê ragihand ku wê melikê Urdunê Melik Ebdullah îro roja pênşemê bi xwe bi balafireke eskerî êrîşî bargehên DAIŞ bike. Ev jî weke intîqamekê tê li dijî DAIŞ, ku pîlotê Urdunî şewitandibû.
Şah Ebullah serdana xwe ji bo Emerîka qut kir û yekser vegeriya Urdunê û got şerê li dijî terorê wê ji her demê bêhtir tundtir be.
Roja sêşemê DAIŞ vîdyoyek belav kir, ku têde pîlotê Urdunî Meaz Kesasbe dişewitîne.
Meza Kesasbe, li Reqa piştî ku balafira wî ketibû, ji aliyê DAIŞ ve dîl hatibû girtin.
Artêşa Urdunê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê intîqam gelekî dijwar be.
