12:03:58
Rojava News: Şêwirmendê Koşka Spî û herwiha zavayê Serokê Amerîkayê, Jared Kushner bi serdaneke fermî hate Iraqê.
Şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner bi armanca nîşandana piştgiriya welatê xwe ya ji bo Iraqê û bi taybetî jî piştgiriya di şerê DAIŞê de, hatiye Bexdayê.
Roja 30ê Adara 2017ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Amerîkayê Donald Trupm behsa serdana Kushner kiribûn.
Heta niha jî nayê zanîn ka dê Jared Kushner serdana Hewlêrê jî bike yan ne