Li Mûsilê êrişa xwekujî: Jin û zarok jî di nav de 16 kuştî û 14 birîndar!

Li Mûsilê êrişa xwekujî: Jin û zarok jî di nav de 16 kuştî û 14 birîndar!

Rojava News: Hat ragihandin ku di encama xwekujî ya li bajarê Mûsilê de 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li taxa Raas Al Cade ya bajarê Mûsilê xwekujê rêxistina terorîst a DAIŞî di nava sivîlan de wesayîta bombebarkirî teqand. Di encama teqînê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 14 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên leşkerî û tîmên tendirustî yên Iraqê birîndar gihandin nexweşxaneyan û li gorî agahiyên destpêkê di nava kuştiyan de jin û zarok jî hene. Dermankirina birîndaran li nexweşxaneyên herêmê dewaam dike.