Rûsyayê ji bo êrişa kîmyewî ya Idlibê pêşnûmayek pêşkêşî KENYê kir!

Rûsyayê ji bo êrişa kîmyewî ya Idlibê pêşnûmayek pêşkêşî KENYê kir!

13:35:59

 

Rojava News: Dîplomatekî rûsî ku li NYê wezîfedar e ragihand ku Rûsyayê ji bo êrişa kîmyewî ya Idlibê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Dîplomatê rûsî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo êrişa kîmyewî ya li bajarê Idlibê were lêkolînkirin Rûsyayê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Berpirsê rûsî di axaftina xwe de got: "Me pêşnûmayeke kin ku hetanî bûyer neyê lêpirsîn û rastî dernekevin holê divê sûcdarî neyên kirin û ji bo vê pêşnûma hat pêşkêşkirin. Hevdîtinên ji bo îstîşareyê destpêkirin û ev îstîşare wê piştî tura KENYê encam bidin."

Herwiha endamên daîmî yên KENYê Îngîltere, Amerîka û Fransa duhî ji bo êrişa kîmyewî ya bajarê Idlibê pêşnûmayeke ku êriş rexne kirin pêşkêşî Lijneya Giştî kiribûn.