Sedr daxwaza dest li kar kêşanê ji Esed dike

Sedr daxwaza dest li kar kêşanê ji Esed dike

22:00:21

 

Rojava News: Rêberê Tevgera Sedr daxwaza dest li kar kêşanê ji serokê rejîma Sûriyê dike.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda El Sedr ku yek ji rêberê şîeyane, di tora xwe ya taybet facebookê de daxwaz ji welatên derve dike ku ji Sûriyê xwe vekêşin.

Muqteda El Sedr di peyama xwe de dibêje ya baş ew e serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad dest li kar bikêşe û dibêje: ‘’Li gor min a baş ew e serok Beşar dest li kar bikêşe ye. Û kursiya desthilatê radestî xelkên din bike, ku berî ji kar bê dûr xistin.’’

Herwaha dest li kar kêşana Beşar Esad wek sedemê serekî yê dûrxistina Sûriyê li karesat û belayan pênase dike.