Li Îzmîrê xelkê êrişî koçberan kirin

Li Îzmîrê xelkê êrişî koçberan kirin

22:22:33

 

Rojava News: Di encama pevçûna navbera xelkê navçeya Torbalî ya Îzmîr û koçberê Sûriyê de, 30 kes birîndar bûn û bêhtir ji 500 penaberên Sûriyê, ji taxa ku lê diman derketin.

Li gorî medyaya Tirkiyê nişteciyên taxa Torbalî ya Îzmîrê dema bihîstin ku hin koçberên Sûriyê li zarokekî Tirkiyê xistine, bi dar û çeqoyan êrîşî koçberên Sûriyê kirin û di encamê de 30 kes birîndar bûn û rewşa yekî ji wan metirsîdar e.

Hate ragihandin ku bêhtir ji 500 koçberên Sûrî, ku di wê taxê de dijîn, mal û tiştên xwe berdan û ji taxê derketin.

Piştî pevçûnê polîs çûne cihê bûyerê û bi ambulansan ew birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê li navçeyê.

Nişteciyên Tirk ên taxa Torbaliyê bîhtir ji 40 çadirên ku koçberên Sûriyê lê diman bêserûbin kirin û hemû tiştên penaberan şikadnin û ruxandin.

Muxtarê taxa Torbaliyê Alî Çûrûkçû got: “Penaberên Sûriyê jiyana taxê tevlihev kiribûn û xelkê navçeyê êdî nema dikarîn bêdeng bimînin.”

Mixtarê Taxa Torbaliyê Alî Çûrûkçû wiha domand: “Xelkê navçeyê gelekî tije kîn û nefret bûn. Êdî em koçberên Sûriyê li nav taxa xwe naxwazin. Bi hatina wan, taxa me têkçû û aramî lê nema. Êdî bila dewlet wan bibe û deyne kampeke koçberan."

Bi gotina xelkên wê derê, piştî ku penaberên Sûriyê ew tax berdan, rewşa taxê aram bû, lê medyaya Tirkiyê behsa wê yekê nekir, ka kesek hate girtin yan lêpirsîn destpê dike yan na û ziyanên ku li penaberan bûne kî dê wan qerebû bike. Ev yek hêj bê bersiv maye.